Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbulla Hijmara Şervanên xwe li Sûrîye Kêm Dike


Rêberê Hizbulla ya Libnanê dibêje, hijmara şervanên hizbullah li Sûrîyr dête kêm kirin.

Hesen Nesrulla di hevpeyvinekê da digel telefizyona al-Menar got, rijêma Sûrî li aliyê leşkerî niha biserxweve tê piştî çendin saêlan ji şerî dijî komên çekdar.

Herwesa got, em amadene li her cuhekî bin eger pêdivî bi me hebe û mebesta Nesrulla hêzên partîya wî bûn li Sûrîye.

Li dirêjahiya hevpeyvinê Nesrulla got, bo me aşkira bû Sûrîyan pêdvî bi me nama lewra hewce nake em liser hêla yekem ya şeran biminin.

Her ji dema destpêkirna şerê Sûrîye li sala 2011 hizbulla ya Libnanê bi hizaran çekdar rewane Sûrîye kirye.

XS
SM
MD
LG