Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnaniyên ku ji ber Koronayê li Derve Mabûn Vedigerin Welatê Xwe


Hejmarek geştên esmanî îro Yekşemê gihiştin Beyrûta paytexta Libnanê, ku welatiyên Libnanî yên li derve mabûn bi sedema girtinên vîrusa korona, vegerandin malên wan.

Vegera wan bû pirsgirêkeke nakok, piştî serokê parlemanê Nebîh Birrî huşdarî da ku ew ê piştgiriyê ji ser hikûmetê rawestîne, eger bi awayekî lezgîn tevnegere.

Serokwezîrê Libnanê Hassan Diyab îro Yekşemê li firokxaneya Beyrûtê ya navnetewî ji peyamnêran re got dora 21,000 Libnanî navên xwe tomar kiribûn ku vegeren Libnanê.

Çar geşt îro ji Riyad, Abû Debî, Lagos û Abidjanê dora 400 Libnanî vedigerînin, li gor hin çavkaniyên firokxaneyê. Dê li forkxaneyê têstên vîrusa korona ji wan re bên kirin û dê li otêlan bêne karantînkirin heta ku ecamên wan derkevin.

Ta niha li Libnanê 527 keysên vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 17 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG