Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Nû yê Libnan Dest bi Rawêjkariyên Damezrandina Hikûmetê Dike


Serokwezîrê Destnşîankirî yê Libnan Hessan Diyab

Serokwezîrê destnşîankirî yê Libnan îro Şemiyê li gel kutleyên parlemanî dest bi rawêjkariyan kir ji bo gotûbêjkirina rengê hikûmeta Libnan a siberojê.

Hessan Diyab, ku profîsorê zanîngehê ye û wezîrê berê yê perwerdeyê bû, divê Libnanê ji xerabtirîn kirîza abûrî û darayê ya di dehan sal de, derxe.

Rawêjkariyên Diyab tên rojekê piştî pevçûnên di navbera alîgirên serokwezîrê destjikarkişandî Saad Herîrî û hêzên ewlakeriyê de li Beyrûta paytext û hin cihên din.

Alîgirên Herîrî li dijî kandîdkirina Diyab derketin xwepêşandanan û di encama pevçûnên li gel hêzên ewlekariyê de herî kêm 7 serbaz birîndar bûn.

Diyab bi dîtina serokê Parlemanê Nebîh Birrî kombûnên xwe li parlemanê dest pê kirin, û piştre ew li gel serokwezîrên berê kom bû, di nav de jî Saad Herîrî.

XS
SM
MD
LG