Libnan roja Yekşemê li ser du demên ciyawaz şiyar bû, di nav nakokiya ku di navbera rayedarên siyasî û olî de zêde bû li ser biryara dirêjkirina dema zivistanê bo mehekê.
Serokwezîrê demkî Necîb Mîqatî roja Pênşemê biryar da ku di 20ê Nîsanê de demê demjimêrekê pêş de bibe, li şûna dawiya hefteya dawî ya Adarê wekî ku bi gelemperî li Libnan, Ewropa û deverên din dibe.
Mîqatî ku misilmanekî sunnî ye, piştî hevdîtina bi serokê şîiî yê parlemanê Nebîh Berrî re, ku çendîn car israr li ser guhertinê dikir, ev biryar ragihand, li gorî vîdyoya civînê ku ji aliyê rojnameya Megaphone ya Libnanî ve hatiye weşandin.
Li gorî vîdyo Berrî got: “Şûna ku saet 7 be, bila ji niha û heta dawiya meha Remezanê saet 6 bimîne.”
Her çend sedemek ji bo biryarê nehatibe dayîn jî, ew wekî hewldanek ji bo bidestxistina serketinê ji hêla misilmanan ve hate dîtin, ku destûr dide kesên ku di meha Remezanê de rojîyê digirin demjimêrekê berê, li şûna demjimêr 19:00, li dora 18:00 rojiya xwe bişkînin.
Lê dêra Maronî ya bi bandor a Lubnanê, dêra herî mezin a Xiristiyanan li welat, roja Şemiyê ragihand ku ew ê pabendî biryarê nebin, û got ku ti şêwir û berçavgirtin li ser pîvanên navneteweyî çênebûne.
Wê got ku ew ê şeva Şemiyê demjimêrê pêş de bibe û rêxistinên din, partî û dibistanên Xiristiyan planên bi vî rengî ragihandin.
Di vê navberê de, sazî û partiyên misilman xuya bû ku di demsala zivistanê de dimînin, li welatekî ku şahidê şerê navxweyî yê salên 1975 heta 1990î ye di navbera grûpên Xiristiyan û Misilman de û kursiyên parlemanê ji hêla mezhebên olî ve têne veqetandin.
Karsaz û rêxistinên medyayê, di nav de du kanalên nûçeyan ên sereke yên Lubnanê LBCI û MTV, ragihandin ku ew ê jî şeva Şemiyê demjimêra xwe pêş de bibin.
LBCIyê di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê guh nedin biryara Mikatî ji ber ku dê zirarê bide karê wê û wiha got: "Lubnan ne giravek e."
Middle East Airlines, hêlên esmanî ya Lubnanê, got demjimêr dê di dema zivistanê de bimînin lê ew ê demjimêrên xwe yên firînê sererast bike da ku li gorî nexşeyên navneteweyî bimîne.
Kompaniya peywendiyan ya dewletê ji bikiran re peyam şand û li wan şîret kir ku roja Yekşemê demê li ser amûrên xwe bi destan paş de vegerînin, ger ku demjimêr bixweber bi pêş ve biçin.
Çavkanî: Reuters