Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Rewşa Tengaviyên Tenduristî Radighîne


Lebanon Virus Outbreak

Serokê Libnanê Michel Aoun îro Yekşemê rewşa tengaviyan a tenduristî ragihand û bang li welatiyan kir ku li mal kar bikin, wek beşek ji pîvanên rêgirtina li belavbûna vîrusa korona.

Aoun di axaftineke tilfizyonê de got:

“Her kes ji me, li gor ku dibîne çawa guncaw e, li mala xwe kar bikin.”

Axaftina Aoun hat di destpêkirina kombûna hikûmetê de ji bo ragihandina hin pîvanên danûstandina bi korona re.

Libnan a ku berê rastî kirîzeke tund a darayî bûye, got hejmara keysên korona gihîştiye 99an. Ta niha sê kesan li wir jiyana xwe jidest dane.

Berpirsên tenduristiyê huşdariyê didine ku belavbûna berferh a vîrusê dê çavkaniyên wan ên tenduristî, ku berê kêm in, têk bibe.

Libnanê hefteya borî biryara girtina xwaringeh û gelek cihên giştî da û geştên esmanî yên hejmarek welatên ku rastî korona bûyî rawestandin.

XS
SM
MD
LG