Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê Gurûpa Asayêb Ehil el-Heq li ser Sînorê Îsraîl û Libanê Diyar Dibe


Komandarê mîlîtanên Asayêb Ehil el-Heq ku Îran piştgiriya wan dike li ser sînorê Libnan û Îsraîlê diyqar dibe wek piştgirî bo Libnan û Silestînê li dijî dewleta Cihû.

Qeys el-Xezelî, komandarê gurûpa ku êrîşên tund dijî hêzên Amerîkî pêkanîn berî kişandina wan ji Îraqê di sala 2011an de, bi cilûbergên leşkerî di vîdyoyekê de diyar bû li ser sînorê Îsraîlê li gel hin endamên gurûpa Hizbullah a Libananî.

Wî got:

“Em amadebûna xwe ya temam radighînin ji bo rawestana li gel xelkê Libnan û Filestînê dijî dagîrkeriya Îsraîlê ya dijî Îslam, Ereban û mirovahiyê ye.”

Ev serdan rastî rexneyên tund ên serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî hat ku di daxuyaniyekê de got ew "binpêkirineka diyar" a yasayên Libnanî ye û got ev serdan berî şeş rojan bûye.

Herîrî biryara qedexekirina Xezelî ya derbasbûna Libnanê da .

XS
SM
MD
LG