Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Libnanê Gazên Rondikrêj Davêje Xwepêşanderan


Polîsê Libanê bi gazên rondikrêj û xertûmên avê bi hezaran xwepêşander li pêş parlemana Libananê ji hev belav kirin, piştî ku tundûtijî derket pêş li dijî desthilata welêt.

Pevçûnan dest pê kir dema jimarek xwepêşander kevir avêtin polîsê ku li pêş parlemanê hatibû belavkirin.

Di dema destpêşkirina tundûtijiyan li navenda Beyrûta paytext bi hezaran xwepêşûanderên din ji sê aliyên ciyawaz ve tevlî xwpêşandanan bûn.

Xaça sor a Libnanî got wê 30 birîndar veguhestin nexweşxaneyan û 45 kesên din jî li cihê xwepêşandanan derman kirin.

Ev bû sê mehin, xwepêşandan li Libnan dibine li dijî aliyên siyasî û karbidestan. Xwepêşander wan bi gendeliyê û rêvebiriya xerab tawanbar dikine.

XS
SM
MD
LG