Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Şeveke Pevçûnan Nivîsîngehên Du Partiyên Libanî Tên Şewitandin


Ajansa Nûçeyan a Niştimanî ya Libnanê ragihand ku hin êrîşkeran li bakurê welêt agir berdan nivîsîngehên du partiyên siyasî.

Ev êrîş hat çend demjimêran piştî ku paytexta welêt Beyrût rastî desteserkirina herî tund a hêzên hikûmetê bû li dijî xwepêşanderan, ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve, du mehan berê.

Hêzên ewlekariyê bi gulleyên plastîk û gazên rondikrêj û xertûmên avê li dirêjiya şevê bikar anîn, ji bo belavkirina xwepêşandanên dijî hikûmetê li navenda bajêr û derdora parlemanê.

Pevçûnên şeva borî li Beyrûtê, bêhtirî 130 kes birîndar kirin, li gor Berevaniya Sivîl a Libnanî û Heyva Sor.

Li navçeya Ekkar a bakurê welêt, îro Yekşemê êrîşkeran nivîsîngeha partiya serokwezîrê destjikarkêşandî Saad Herîrî li bajarokê Xirbet el-Jindî şewitand.

Li heman navçeyê êrîşkeran nivîsîngeha partiya herî mezin di parlemanê de, ku girêdayî serokê Libnan Michel Aoun e û wezîrê derve Cibran Basîl serokatiya wê dike, li bajarokê Jideydet el-Juma şewitand.

XS
SM
MD
LG