Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Sûrî ji Libnanê Vedigerin


Derdora 70 penaberên Sûrî ji Libnanê vegeriyan Sûriyê di çarçoweya programeka vegera penaberan de ku hikûmeta Libnanê dibêje ew ne bi darê zorê ye.

Ajansa Niştimanî ya Libnanê îro Yekşemê vegera penaberan ragihand, piştî vegera 400 penaber hefteya borî.

Penaberên ku vedigerin, navên xwe li cem desthilata Libnanê tomar dikin û hikûmet ji bo wan basên veguhestinê dabîn dike.

Programa vegera penaberan tê di demekê de ku nakokî di navbera hikûmeta Libnanê û ajansa penaberan a Neteweyên Yekgirtî de derketin e holê.

Beyrût ajansê tawanbar dike ku ew handeriya penaberan nake vegerin welatê xwe û ajans tawanbariyan red dike.

Libnan mêvandariya nêzîkî milyonek penaber dike û berpirsên welêt dibêjin êdî Libnan nikare barê wan hilgire.

XS
SM
MD
LG