Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Plana Trump a Aştiya Rojhilata Navîn Rexne Dike


Serokê Parlemana Libnanî Nebîh Birrî

Serokê Parlemana Libnanî Nebîh Birrî rexne li rêveberiya Trump kirin li dor pêşniyara wî ya weberhênanê bi nirxa 50 milyar dolar, wek beşek ji plana aştiyê li Rojhilata Navîn.

Birrî got Beyrût bi pereyan mafê Filestîniyan jidest nade.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a dewletê ji ser zimanê Birrî ragihand ku dibêje evên bawerin wê Beyrût bi pereyan bê xapandin, di demekê de ku Libnan di kirîzeke abûrî re derbas dide, ew şaş in.

Plana 10 salan, behsa projeyên bi nirxa 6.3 milyar dolar ji bo Filestîniyên li Libnanê, 27.5 milyar li Kerta Xeze, 9.1 milyar li Misrê û 7.4 milyar li Urdunê dike.

Terxankirina pareyên pir ji bo Libnan û Urdunê ku jimara penaberên Filestînî li wir mezin e, ew hewildaneke diyar e ji bo vehewandina penaberan li wan welatan.

XS
SM
MD
LG