Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa, Amerîka û Rûsya jibo Dawîkirina Şerê Azerî û Ermenîyan Dicivin


Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian ragihand ku Fransa, Amerîka û Rûsya wê hewilên xwe zêde bikin ku şerê navbera Azerî û Ermenîyên etnîkî li Qafqasya Başûr biqedînin.

Le Drian û nûnerên Rûsî û Amerîkî dê roja Duşemê li Moskowê bicivin ku rêyên qanekirina alîyên şerker bigerin ku dawî li şer bînin.

Le Drian zelal nekir ku nûnerên Ermenistanê yan Azerbaycanê jî di wê civînê de amade bibin yan ne, lê Azerbaycanê got ku wezîrê wê ya derve Ceyhun Bayramov dê roja Pêncşemê seredana Cenevrê bike.

XS
SM
MD
LG