Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Sûrîyê Êrîş Birine Ser Humsê


Rûniştvan û çalakvanên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin leşkerên hikûmetê êrîş birine ser Humsê û du kes kuştine, li dema ku tîmên alîkarîyê yên Komîteya Navnetewî ya Xaça Sora xwe amade dikirin hemwelatîyên asêmayî û yên birîndar ji bajêr derxînin.

Çalakvanan herwiha gotin, êrîşeke roja Pêncşemê li bajarokê Înxîl li Deraa pêk hat û di encamê de neh kes bi kêmanî hatin kuştin.

Xaça Sor dibêje herdu alî, hikûmet û opozisyon daxwazeke wê qebûl kirine ku rê bidin grûbê ku sivîlên nexweş û birîndar ji Humsê derxînin û derman bo wan peyda bikin. Bi sedan xelk jiber şer li taxên Misilmanên Sunnî yên bajêr asê bûne.

Di pêşketine nû de li roja Pêncşemê, wezîrê ragihandinê yê Ûrdunê ragihand ku firokevanekî Sûrî tev firokeya xwe ya şer li bingeheke leşkerê li Ûrdunê danîye û daxwaza penaberîyê kiriye. Ev yekem car e ku veqetîneke ji vî rengî li Sûrîyê dibêje ku firoke jî di meseleyê de ye.

XS
SM
MD
LG