Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan bi Sedan Penaberên li Lesbosê li Konan bi Cîh Dike


Karbidestên Yunanîstanê îro roja Duşemê ragihand ku bi sedan koçber, bi demkî li konan hatine bi cîh kirin, piştî ku agir kampa penaberan ya girava Lesbosê wêran kir.

Pirtir ji 12,000 kesên ku piranîya wan penaberên ji Afganistan, Afrîqa, û Sûrîye ne, bê sîwan û be alawên paqijîyê ku li dervêye radizin.

Agir hefteya borî roja Çarşêmê li kempa Moria destpê kirobû û paşê mezin bûbû.

Berdevkê hikûmeta Yunanîstanê Stelios Petsas da zanîn ku berîya ku ew koçberan li kampa demkî de werin bicîh kirin, wan tomar dikin û hember nexweşîya COVID-19 test dikin.

Petsas herwiha da zanîn ku hinek ji wan koçberan naxwazin ku derbazî kempa nû bibin.

“Em çavere dikin ku di nava sê, çar rojan de hemu koçberên Lesbosê li xanîyan bi cîh bikin,” Petsas li rojnamevan re got.

Nêzîkî 200 jin û zarok protesto li diji bicîhkirina wan lidarxistin û daxwaz kirin ku ji Lesbosê werin derxistin.

Wan bi dirûşmên “Kamp Na, Azadî” û pankartên ku li ser “Em her roj dimirin” hatibûn nivîsin, hildan.

Karbidestên Yunanî heta niha bi despêka agiran, 400 zarok ji girava Lesbose derbazî Yunanistanê kirin ku bikaribin serlêdana bicîhkirina welatên Ewrupî bikin. Le karbidest nahêlin ku piranîya koçberan ji giravê derkevin.

Serokvezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis roja Yekşeme gotibû ku ewê li şûna kampa Moriayê navendekê nû bo koçberan ava bikin.

Rojnameya Almanî Bild îro ragihand ku hikûmeta Almanî difikire ku bi hezaran penaber ji girava Lesbosê qebûl bike. Rojnamayê herwiha nivîsî ku Almanya dixwaze kampa Moria jinûve were ava kirin û ji alîyê Yekîtîya Ewrupa were birêvebirin.

Karbidesyên Yunanî radigihînin ku lêpirsîna ronkirina sedema derketina agirê didome û guman heye ku agir ji alîye koçberan ve, bi qesta hatiye vexistin ku ew bikaribin ji giravê derkevin.

XS
SM
MD
LG