Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje 5 Leşkerên Wê di Êrîşa DAIŞ'ê de li Nêzîkî Babê Hatine Kuştin


Reuters ji zarê sererkanîya Tirkîyê îro Înê ragihand ku di encama êrîşa DAIŞ'ê de 5 leşkerên wê îro li nêzîkî bajaêr Bab ya Sûrîyê hatine kuştin.

Sererkanîyê da zanîn ku êrîş bi wesayîta bombebarkirî li herêma Suflaniyah ya El-Babê hatiye kirin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk di 24'ê Tebax'a 2016'an de li bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê kiribû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, do Pêncşemê di civînekê de dîyar kiribû ku di operasyonên li Sûriyê heta niha 45 leşkerên Tirk hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG