Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hurgilîyên Kuştina Leşkerê Amerîkî Eşkere Dibin, Firokên Amerîkî Piştgirî Didin Pêşmergeyan


Wezîrê Berevanî ya Amerîka Ash Carter îro Sêşemê li bajarê Stutgart ya Almanya ragihandibû ku endamekî leşkerîya Amerîkî di şerekî bakurê Mûsilê hate kuştin, lê wî hurgilîyên din nebabûn.

Ajansa Reuters ji zarê fermandarên pêşmerge radigihîne ku leşkerê Amerîkî, di êrîşa herî mezin ya çend mehîn borî de, rastxwe ji alîyê guleyên çekdarên DAIŞê ve hate kuştin.

Heman fermandarê daye zanîn ku çekdarên DAIŞê xeta parastina ya pêşmergeyan şikandin û êrîşa mezin pêk anîn.

Berpirsê pêşmergeyan Cabbar Yawer jî daye zanîn ku leşkerê Amerîkî li nêzîkî bajkarokê Tel Asqof ya 28 km bakurê Mûsilê, ji alîyê sekvanekî ve hatiye kuştin.

Qumandarekî hêza Krîstîyanan jî ji ajansê re gotiye ku Tel Asqof bûye armanca çend êrîşên xwekujî yên otomobîlî.

Karbidestekî leşkerî ya Amerîkî da zanîn ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi firokên ceng yên F-15 û dronan piştgirî dan hêzên pêşmergeyan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji sala 2014'an, anku ji destpêbûna operasyonên dijî DAIŞê vir ve, leşkerê Amerîkî yê sisêyan e ku di şer de li Îraqê tê kuştin.

XS
SM
MD
LG