Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lewend Husên: Yekîtiya Helwêsta Kurdî Îro Pir Girîng e


Di demekê de ku serhildana gelê Sûrî jibo 15 mehan berdewam e, hêj têkeliyên navbera partiyên siyasî yên Kurdî û hevrêzên ciwanan aloz in.

Birêz Lewend Husên, serokê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê li Qamişlo dibêje ku helwêsta alîgirên partiyên Kurdî li Sûrîyê û hevrêzên serbixwe ne yek e.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Lewend dibêje ku herdu alî berpirsiyar in beramberî hebûna probleman.

Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê herwiha di wê bawerê de ye ku şaştiyek mezin bû dema hevrêzên ciwanan xwe dûrî partîyên siyasî kirin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Lewend Husên re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG