Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Înê ragihand ku ew derbazî Kîev ya paytexta Ukrayna bûye.
Von der Leyen ji X’ê got ku ew jibo danûstandinên ser piştgirîya Ewrupa, hazirîya seba zivistanê, pêşketinên derbarê kredî û berevanîyê li Kîevê ye.
‘’Serdana min ya 8’an ya li Kîevê di vê gavê de tê ku sermayê zivistan nêzîk dibe û Rûsya êrîşên ser binesazîyan didomîne.’’
Wê do Pêncşemê dabû zanîn ku ewê pirtir ji 160 mîlyon dolarên ji diravên Rûsî yên hatine cemidandin jibo pêdivîyên serekî yên zivistanê yên Ukrayna rakin.
Rûsya ji binesazîya enerjîyê bi qasî 9 GW pûç kir ku Von der Leyen dibêje ew enerjîya sê dewletên Baltik e.
Von der Leyen dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) plan dike ku kanîna çêkirina elektrîkê ya 2,5 GW jinûve çêke û derfirotina xwe zêde bike ku Ukrayna bikaribe 2 GW elektrîk bistîne.
Rêbera Ewrupî wê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û karbidestên din re bicive.
Jêder: VOA, Reuters