Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen roja Înê dîyar kir ku ewê tifaqa Ewrupî dijî Rûsya paketeke nû ya toleyan ragihîne.
Von der Leyen da zanîn ku ew ji xwe bawer e ku ewê Yekîtîya Ewrupa (YE) paketa nû ya toleyan bipejirîne.
Wê li konferansekê got dibe ku paketa toleyan bo demeke derengtir werin ragihandin, lê ew bo toleyên dijî Rûsya di rîya rast de dimeşin.
Şerê Rûsya û Ukraya di 24’ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve welatên Rojava dijî Rûsya toleyan radigihînin.
Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê Rojava wan kiran wek dagirkirin dibînin.