Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen: Şandina Penaberan ji Ewrupa re Krîza Sûrî Çareser Nake


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Duşemê got ku şandina penaberan ji ber derîyên Ewrupa re nikare bibe çareserîya krîza Sûrîyê.

Leyen got ku ew rewşa Tirkîyê ya derbarê hebûna hejmara mezin ya penaberan fem dike, lê rêdana çûyîna penaberan ya Ewrupa nikare bibe bersîva pirsgirêkan.

“Ez dizanim ku Tirkîyê jiber hebûna penaber û koçberan di rewişeke dijwar de ye, lê tiştekî em niha dibînin nikare bibe bersîv yan çareserî.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di rojên dawî de pirtir ji 10,000 penaber hewil didin ku ji Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibin, lê nobedarên tixubî yên Yunanî bi gazên rondikrêj pêşî li wan digirin.

XS
SM
MD
LG