Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Tirkîyê jibo Leyla Zana 20 Sal Ceza Dixwaze


Leyla Zana, di sala 2012'an de li Amedê
Leyla Zana, di sala 2012'an de li Amedê

Serdozgerîya Komarî ya Amedê, bi îdîanameyeke ku 156 rûpel in, ji Dadgeha Cezaya Giran ya 5'an ya Amedê xwest ku parlementera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Zana bi 20 sal ceza ya hepsê were darizandin.

Serdozgerîyê dîyar kir ku Zana jiber ''endambûna rêxistina terorî'', ''pesindana tawan û tawanbaran'' û '' beşdarîya civîn û xwepêşandanên neqanûnî'' sûcdar e.

Sîyasetvana derîn, di 8'ê Sibatê de hatibû desteser kirin û piştî îfade dabû hatibû berdan.

Li gor îdîanameya serdozgerîyê, Zana di çalakîyên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de cîh girtiye, di sala 2012'an de beşdarê Newroza ku ji alîyê dewleta Tirkîyê ve hatibû qedexe kirin, bûye û di sala 2012'an de jî rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan pesandiye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 13 parlementerên wê partîye girtî ne.

XS
SM
MD
LG