Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsan Li Stenbul'ê Nehişt 'Meşa Rumetê' Ya LGBTİ+Q'yan Pêk Were


Meşa Civaka LGBTİ yan, li Stenbul

Li Stenbul'ê roja Şemî'yê jiber qedexeya Qeymeqamtîya Beyoglu polîsan rê neda Meşa Rumetê ya LGBTÎ+Q'yan ya li qada Taksîm'ê.

Jiber vê yekê bi banga Komiteya Hefteya Rûmetê, LGBTÎ+Q û kesên jibo piştgirîya wan li kolanên nêzî Taksîm'ê kombûn û xwestin ku daxuyanîyekê bidin. Lê kesên ku xwestin bimeşîn û daxuyanîyê bidin ji alîyê polîsan ve hatin astengkirin û mudaxaleyî wan hate kirin û herî kêm 25 kes jî hatin desteserkirin.

Dîsa nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) Bulent Kiliç jî dema ku ev nûçe dişopand hat desteserkirin û kameraya wî jî hat şikandin û piştre jî Kiliç heman rojê de hat berdan.

Esra Kiray aktivîsteke LGBTÎ+Q’yan e û ew jî tevlî xwepêşandan û meşê bûye û dibêje ku tevî hemî astengkirin û êrîşan jî ew dev daxwazên xwe naberde.

"Em li Tirkîye şerê mayîna li jîyanê didin. Ez nizanim ev li Ewrupa çawê tê bihîstîn lê ev rastîyeke. Jixwe ji zêdehîya polîsan ev xuya dike. Lê ne pêkane ku pêşîya LGBTÎ+Q’yan bigire jiber ku sibe dîsa LGBTÎ+Q yê hebin û tevî hemî êrîş, êşkence û astengîyan jî nikarin vî şerî qezenç bikin."

Denîz Atmaca jî jibo piştgirîya LGBTÎ+Q’yan tevlî meşê bûye û ew jî dîyar dike ku ew jibo mafên LGBTÎ+Q’yan hatiye vir.

"Jixwe xuya dikir ku polîs wê êrîş bikin. Lê ez ne tenê bûm û ez bi hevalên xwe re hatim. Ez îro tenê jibo piştgirî, maf û daxwazên LGBTÎ+Q’yan hatim." Wê got.

Hêjayî gotinê ye ku ‘Meşa Rumetê’ ya LGBTÎ+Q'yan ji sala 2015'an ve ji alîyê Walitîya Îstenbul’ê ve tê qedexekirin. Tevî van qedexekirinan jî LGBTÎ+Q jibo parastin û daxwaza mafên xwe li kolanên nêzî Taksîm’ê kom dibin û dixwazin ku bimeşin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00

XS
SM
MD
LG