Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantarîya Du Nûnerên HDP'ê û Yekî CHP'ê Hat Rakirin


Leyle Guven
Parlamana Tirkîyê ji hesabê fermî yê Twitterê ragihand ku yek ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) du jî ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) parlamanterîya sê parlamanteran bi dawî bûye.

Li gor ragihandina Parlamana Tirkîyê, ji CHP’ê Enîs Berberoglu û ji HDP’ê Musa Farisogullari û Leyla Guven jiber biryarên dadgehê yên nîşan didin ku wan ceza xwariye, ji parlamanterîyê hatine dûr xistin.

Bi vî awayî hejmara kursîyên CHP’ê yên li parlamanê daket 137’an û ya HDP’ê jî bû 57.

Nûnerên CHP’ê û HDP’ê, desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi darbeya ser îradeya gel tawanbar kirin.
XS
SM
MD
LG