Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganîstanê 6 Zarok bi Bombeyekê Hatine Kuştin


Li Afganîstanê 6 Zarok bi Bombeyekê Hatine Kuştin

Polîsên Afganî dibêjin, 6 zarok û zilamek di encama peqînekê de, îro Înê li başûrê Afganîstanê hatine kuştin. Karbidestên ewlehîyê dibêjin, bombe li nav teneka zibilan (gilêjan) hatibû veşartin.

Hate ragihandin ku di peqîna Tarin Kowtt ya paytaxta eyaleta Uruzgan de, her wiha, 4 zarokên din jî birîndar bûn. Heta niha dîyar nebû, armanca êrîşê birastî kî bû.

Bi alîyekî din ve, NATO radigihîne ku 5 endamên wê di encama êrîşên bombeyî de hatine kuştin. NATO’yê got, 4 leşkerên wê di encama peqîna bombeyên ser rêkê de, leşkerê pêncan jî di peqîneke cihê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG