Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Yemenê 19 Kes di Pevçûnan de Hatine Kuştin


Li Başûrê Yemenê 19 Kes di Pevçûnan de Hatine Kuştin
Li Başûrê Yemenê 19 Kes di Pevçûnan de Hatine Kuştin

Di pevçûnên li başûrê Yemenê de bi kêmî ve 19 kes hatine kuştin. Hêzên Yemenî, îro Sêşemê li bajarê Zinjibarê ya başûrê welêt, bi mîlîtanên Îslamî re ketine pevçûnan.

Tê ragihandin, 15 kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin, piştî ku mîlîtanên Îslamî kontrola bajêr xist bin kontrola xwe.

Pevçûnên nû li duyemîn bajarê herî mezin Taiz jî destpê kirin. Dîdevan dibêjin, wan çend peqînên nû û dengê guleyan bihîstîne, di demeke de ku tankên artêşê teqe li xwenîşanderan dikin. Di tundî û tûjîya Taizê de herî kêm 4 kes hatine kuştin.

Şer û pevçûnên nû di demeke de tên ku giwaştinên li ser Serokê Yemenê Alî Abdullah Salih zêde dibin ku pêşnîyara Civata Hevkarî ya Kendavê bipejrîne û dawî li desthilata xwe ya 33 salan bîne.

Birêz Salih vê gavê li Erebîstana Seudî ye, jibo dermankirina birînên wî yên ku piştî êrîşa çekdarî ya bi roketan qewimîbû.

XS
SM
MD
LG