Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li ber e Çavdêrên Yekîtîya Ereb Raporta Ser Sûrîyê Amade Bikin


Çavdêrên Yekîtîya Ereb
Çavdêrên Yekîtîya Ereb

Piştî serdana xwe ya li Sûrîyê, çavdêrên Yekîtîya Ereb hazirî dikin ku raporta xwe ya li ser rewşa Sûrîyê ragihînin.

Çavdêrên Yekîtîya Ereb berî mehekê çûbûn wî welatî ku eciqandin û tepeserkirina hikûmeta Sûrî ya li ser xwepêşandêran bişopînin.

Mîsyona çavdêrên Yekîtîya Ereb îro bi dawî dibe û wezîrên Yekîtîya Ereb li ber e, roja Yekşemê kom bin daku raporta çavdêran gotûbêj bikin û biryara pêngavên were bidin.

Çavdêrekî Yekîtîya Ereb ji Dengê Amerîkayê re got, ew çaverê dike ku muhleta erka çavdêran bête dirêj kirin, jiber ku bi vekêşana çavdêran dê valahîyek çêbe.

Rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî karîgerîya hebûna çavdêran rexne dikin. Ew dibêjin, Serok Beşar Esed çavdêr xapandin û ji hatina wan ya Sûrîyê vir ve, êrîşên xwe yên kujêr zêde kirine.

XS
SM
MD
LG