Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber e Misir Encamên Hilbijartinê Eşkere Bike


Li Ber e Misir Encamên Hilbijartinê Eşkere Bike

Li ber e karbidestên Misirî îro Pêncşemê encamên gera yekê ya hilbijartinên parlemanê eşkere bikin.

Dihate çaverê kirin ku encamên ji Qahîre, Îskenderîye û çend bajarên do Çarşemê werine ragihandin. Rojnameya Al Ahram dibêje, ragihandin hate paş xistin, jiber ku dengên hemwelatîyên li derva nehatibûn jimartin.

Hem Partîya Dad û Azadî ya Biratîya Misilmanan û hem jî grubên El Nur Selefî yên konservatîf serkeftinên xwe radigîhînin.

Hilbijartina kûrsîyên bo civata jêrîn ya parlemanê, hilbijartina yekê ya Misirê ye, piştî ku serok Husnî Mubarek li meha Şubatê desthilat berdabû.

Demeke zûtir ya vê hefteyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon peyamek weşandibû û jibo pêkanîna hilbijartinan Misîrîyan pîroz kirîbû.

XS
SM
MD
LG