Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bîngolê Peqînek Çêbû, 3 Kes Mirin


Piştî peqîna Bîngolê dîmenek

Li Bingolê (Çewlik) li ser Caddeya Gencê (Genc Caddesi), li binê avahîya navenda Partîya Dad û Pêşevbirinê (AKP) peqîneke mezin pêk hat. Di peqîna ku bi encama êrîşeke xwekuj de pêk hat, 3 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Walîyê Bîngolê Mustafa Hakan Guvençer da zanîn ku êrîşa xwekujê ji alîyê jinekê ve li ber înternet kafeyek hatîye kirin.

Li gorî agahîyên walî, tevî erîşkera xwekuj, 3 kes mirine, yek jê giran, 20 kes jî birîndar bûne.

Piştî teqînê Wezîrê Karên Hindûrê yê Tirkîyê Îdrîs Naîm Şahîn, ji Wanê derbasî Çewlîkê bû û da xuyakirin ku wan bi çar alî dest bi lêpirsînan kirine.

Kesên ku jîyana xwe ji dest dane Mehmet Çûbûk û Hanefî Yildiz e û navên birîndaran ên bi dest ketin jî wiha ne: Serkan Tûma, Emîne Elhakan, Cahît Elhakan, Ercan Berrak, Ceylan Berrak, Îhsan Ûgûrlû, Erol Sayilir, Hayal Bîlgîn, Leyla Bîlgîn, Farûk Devran, Hazal Belgîn, Veysel Belgîn, Ercan Beroje, Aydin Elaldi, Harûn Taşkesen, Gulsum Dînler, Mîthat Tufekçî, Ramazan Egîn, Ûfûk Bektaş, Ejder Mansûroglû, Şeyhmûz Tavûz, Mûsa Balat, Emîne Ûmût.

Ji alîyê din ve, îro li Dîyarbekir û li gelek bajar û navçeyên herêmê, jibo ku 24 cenazeyên serhildayên PKK ji malbatên wan e nayên dayîn, bizavên protestoyê hatin dar xistin.

Jibo protestoyê derebeyên dikanan nehatin vekirin û bi pêşengîya nunerên KCD û BDP meş hatin lidar xistin. Meşa ku li taxa Baglar ya Dîyarbekirê pêk hat, bi êrîşa gazê ya polîsan hate rawestandin.

XS
SM
MD
LG