Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekir Bernama Taybet jibo Akrê


Li Dîyarbekir Bernama Taybet jibo Akrê
Li Dîyarbekir Bernama Taybet jibo Akrê

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Akrê ya Hikumeta Herêma Kurdîstanê bernameya "Ameda Kevnar Akrêya Ciwan Hembêz Dike" hat lidarxistin.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîr destnîşan kir ku armanca wan ewe ku wekî ewrupa, li rojhilata navîn jî sînor bê mane bibin û ji holê rabin. Şaredarê Dîyarbekirê destnîşan kir ku tifaqa miletê kurd bingeha aşitîya rojhilata navin e.

Şaredarê Akreyê Kameran Kasim jî di bernameyê da li ser dîrok û kelepor û folklora Akreyê gotarek da û da zanîn ku Akre bajarekî pir qedîm e ku di çarxên kevnar de di destpêka avakirina gund û bajaran de hatîye avakirin.

Birêz Kasim got piştî serhildana 1991’ê û damezrandina parlamena Hikumeta Herêma Kurdîstanê ev bajêr rastê gelek xizmetan hatîye û bipêş ketîye. Herwiha neha master plan / nexşê binyatî ya 25 salên pêşî tê amade kirin ji alîyê kompayneka Almanî ve jibo avadanî, trafîkê ku buhayê wê nexşê milyon û 400 hezar dolar e. .. Nivîskar Azad Dartaş jî di derbarê rojê da gotarek da.

Piştî gotaran hozanên Akrê Mihemed Taha Akreyî, Şakîr Mihemed Emîn û Ehmed Zêbari ligel dengbêjên Amedê kilamên Akreyê gotin.

Jibo guhdarî kirina Peyamnihêra Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn li Amedê , lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG