Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meydana Tahrîr Mazûvanîya Xwepêşandeke Nû


Meydana Tahrîr Mazûvanîya Xwepêşandeke Nû

Bi hezaran xwepêşanderên Misirî li Meydana Tahrîr ya paytaxt Qahîrê xwepêşandanê dikin û hewilên artêşê ya xûrtkirina desthilata xwe protesto dikin.

Banga xwepêşandana Înîyê ji alîyê Biratîya Misilman hate kirin ku rêxistina herî rêkbûyî ya wî welatî ye.

Xwenîşander û partîyên sîyasî daxwaz dikin ku artêş di demeke dîyarkirî de destilatê veguhezîne hikûmeteke sîvîl.

L ber e, Misirî li dawîya vê mehê herine ser sindoqan da ku parlemaneke nû hilbijêrin. Ev dengdana yekê ye, piştî ku Serokê berê Husnî Mubarek di dawîya xwepêşandanên girseyî de ji desthilatê hatibû dûr xistin.

XS
SM
MD
LG