Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Di Êrîşeke Esmanî de 7 Kes Hatin Kuştin


Karbidestên ewlekarîyê li Pakistanê dibêjin êrîşa balefireke bê firokevan bi kêmanî ve heşt serhildayên berguman kuştin.

Desthilatdar dibêjin mûşekan roja Şemîyê bingehek li devera Shawal li bakurê Wezîristan ser sînorê Afganistanê kirin armanc.

Pakistan herdem bang li Amerîka kiriye ku êrîşên ji vî rengê rawestîne, ku Talibana Pakistanê dikin armanc. Hikûmeta Pakistanê van êrîşan wekî binpêkirina serwerîya wê li nav sînorê welat dibîne, ku dibe encama kuştina sivîlan.

Amerîka ti nîşan nedaye jibo rawestandina êrîşan.

XS
SM
MD
LG