Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Karxaneyek Hilweşîya, 3 Mirî Hene


Li Pakistanê Karxaneyek Hilweşîya, 3 Mirî Hene

Karbidestên Pakistanî dibêjin, di encama hilweşîna karxaneyeke sê qatî de, herî kêm 3 kes li bajarê Lohar ya li rojhilatê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî di bin kawilan ase man.

Karbidest dibêjin, reng e ku sedema hilweşîna avahîyê, jiber peqîna gazê be. Ew her wiha didine zanîn ku di dema peqînê de, zarok jî di nav wan de 62 kes li fabrîqayê hebûn.

Karmendên hawarçûnê heta niha 13 kes ji bin kawilan rizgar kirine û hîn jî lêgerîna saxmayîyan didomînin.

Karbdestên hikûmetê dibêjin, fermana daxistina karxaneya ku hilbêrîna berhemên saxlamîya lawiran (heywanan) dikir, hatibû derxistin. Lê, heta niha zelal nebûye tevî hebûna wê fermanê, fabrîqa hîn jî çawa kar.

XS
SM
MD
LG