Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Roja Îna Reş Kirîdarên Amerîkî Diherikine Firoşkeran


Kirîdaran li bajarlê Omaha ya eyaleta Nebraska ketinê dorê ku jibo buhayên kêmkirî têkevine dîkanekê

Demsala behnvedanê ya Amerîkî îro Înîyê bi fermî destpê kir û kirîdarên (kiriyar/muşterî) Amerîkî jibo kirîna bi buhayên kêmkirî diherîkine firoşkeran. Ev roja taybet li Amerîkayê wekî “Îna Reş” anku "Black Friday" tê nasîn.

Li Îna Reş Black gelek dîkan buhayên tiştên firotinê yên wek elektronîk û lîstokên nû gelek tînine xwarê.

Firoşgeran derîyên xwe ji rojên din gelek zûtir vedikin û kirîdar bi heyecan serdana wan dîkan dikin ku bi fîyatên taybet kirînê bikin.

Îna Reş, jibo kompanîyên mezin yek jî rojên herî girîng e, jiber ku ev roj nîşane ye ku di çend mehên were de rewşa kirîn-firotinê wê çawa be.

Li vê rojê, carna bûyerên balkêş jî têne ragihandin. Şeva Pêncşemê jinek li bajarê Los Angelesê gaza rondikrêj avêtîye ser kirîdarên din ku berî wan têkeve nav supermerketa navdar ya Wallmart’ê.

Lê, herkes piştgirîya vê rojê nake. Xwenîşanderên antîkapîtalîst yên li Wall Street’ê bang li gel dikin ku jibo protestokirina kirîna zêde û nepêdivî, beştarîya “Roja Nekirînê” bikin.

XS
SM
MD
LG