Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojên Dawîyê Teqînan li Bexdayê bi Dehan Kes Kuştin.


Karbidestên Îraqî dibêjin du teqînan çar kes li bakûra rojavaya Bexdayê kuştin, du roj piştî rêze êrîşên ku 30 kes li seranserî welat tê de bûn qurbanî.

Berpirsên polîs roja Şemîyê gotin, bombeyek li nav otobasekê li taxeke Şîe ya bi navê Îşkûk teqîya. Piştî çend kêlîkan, bombeyeke li rex rê teqîya ku wê jî otombêleke sivîlan kire armanc.

Jêdereke saxlemîyê li nexweşxaneya Nûr got, di encama van her du teqînan de çar kes hatine kuştin, yek ji wan jin e, û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestan navên xwe eşkere nekirin, ji ber ku qedexekirî bûn ligel medya biaxivin. Di salên dawî de, tundûtûjî li Îraqê kêm bûye, lê mîlîtan hîn êrîşên kujer li seranserî welat pêk tînin.

XS
SM
MD
LG