Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şamê Şer e


Rejîma Sûrî tank û hêzên leşkerî li Dîmeşqa paytext belav kirin, li demê ku şer û pevçûn li navbera çekarên opozisyon û hêzên rejîmê li Şamê çêbûn.

Çalakvan dibêjin roja Duşemê pevçûn li senter û hejmareka taxên paytextê çêbûn.

Hevdem, nûnerê naventeweyî Kofî Annan li Moskow bi serokê Rûsî Vladimir Putin re kom bû. Rûsya hevalbenda rejîma serokê Sûrî Beşar El Esed e û mudaxeleya leşkerî li Sûrîyê red dike.

Her roja Duşemê wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov bi tundî welatên Rojavayê rexne kir.

Lavrov got ku gefeya Rojavayê jibo vekêşana 300 çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê eger Moskow bi mudaxeleya leşekrî razî nebe, wek tehdîd dibîne.
XS
SM
MD
LG