Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Somalê Bombevanekî Xwekuj Êrîşî Avahîyeke Hikûmetê Kir


Li Somalê Bombevanekî Xwekuj Êrîşî Avahîyeke Hikûmetê Kir
Li Somalê Bombevanekî Xwekuj Êrîşî Avahîyeke Hikûmetê Kir

Gruba mîlîtan ya Somalî El Şababê, berpirsîya êrîşa xwekujî ya dijî bingeheke leşkerîyê ya Etîyopyayê girte ser xwe ku roja Seşemê li Somalê pêk anîbû.

Dîdevan dibêjin, bombevan qamyoneke bi maddeyên peqînkar ajot nav avahîyeke hikûmetê, li bajarokê Beledweyne ku 30 kîlometre ji sînora Etîyopyayê dûr e.

Tê ragihandin, di avahîyê de karbidestên Somalî û hêzên Etiyopyî ji hebûn. Ew hêzên Etiyopyî alîkarîya hêzên hikûmetê kirîbûn ku kontrola bajarokê Beledweyne meha çûyî ji El Şabab bistînin.

El Şabab dibêje, di encama peqînê de 33 Etiyopyî hatine kuştin, lê îdîaya wê ji alîyê karbidestên Somalî û yên Etîyopyî ve nehat rastandin.

XS
SM
MD
LG