Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Peqîneke Kujêr li Paytaxt Şamê Dide


Li Sûrîyê Peqîneke Kujêr li Paytaxt Şamê Dide

Medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, di encama êrîşeke xwekujî de, herî kêm 25 kes li paytaxt Şamê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan ya SANA ya fermî dibêje, êrîşvan xwe îro Înê, li taxa navendî Midan ya paytaxtê peqand. Ajansê her wiha ragihand, bi kêmî ve 46 kes birîndar bûn.

Raportên medyayî dibêjin, wûsa xuya ye ku otobuseke ku polîsan hildigirt, armanca êrîşê bû.

Televîzyona dewletî ya Sûrîyê hîn dîmen nîşan dan ku kuştî û birîndar ji cîhê bûyerê têne veguhastin û hîn kesên din jî dibêjin ku êrîş karê terorîstan e. Di dîmenan de xwane dibe ku camên gelek otomobîlan jiber peqînê şikestine û xwîn rijîyane ser otobus û trombîlên din yên zîyandîtî.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve negirtîye ku du hefte piştî cot peqînên li paytaxt Şamê qewimîn. Di wê êrîşa dijî avahîyên hikûmetê de 44 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG