Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Peqîneke Mezin Qewimî


Dûkelên reş ji bajarê Himusê bilind dibin
Dûkelên reş ji bajarê Himusê bilind dibin

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê piştrast dike peqîneke mezin li xeta borî ya neftêya li bajarê Himusê qewimî.

Ajansa fermî SANA, “grubeke çekdar ya terorîst” ji peqîna îro berpirs nîşan da. Vîdyoyeke ku ji alîyê bizavkarên hevrik ve li înternetê hate weşandin û ji alîyê hate belav kirin alavên mezin û dûkelên stûr li esmana bajarê Himûsê nîşan dide.

Du peqînên heman rengî li meha Tîrmehê jî di xetên borî yên Sûrîyê de qewimîbûn.

Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan her wiha got, herî kêm 7 kes li bajarê Himusê hatine kuştin, piştî ku çekdarên dûravêj teqe li nîşanderan kirin. Ev hefteyek e ku bûyerên revandin, teqekirin, kuştinkarîyên tolhildanê li wî bajarî diqewimin.

Serokê Sûrî Beşar Esed, di hevpeyvîna ligel televîzyona ABD de înkar kirîbû ku wî fermana kuştina bi hezaran xwenîşanderên dijî hikûmetê daye.

XS
SM
MD
LG