Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Termê 44 Qurbaniyên Roja Eynî Tên Veşartin


Li Sûrîyê Termê 44 Qurbaniyên Roja Eynî Tên Veşartin
Li Sûrîyê Termê 44 Qurbaniyên Roja Eynî Tên Veşartin

Bi hezaran xelkê Sûrîya roja Şemê bo veşartina termê 44 kesan kombûn, ku roja Eynî di encama du teqînên xwekujiyê de li Demeşq hatine kuştin.

Xelkê di nav mizgefekê de li Demeşqê dua û nivêj kirin, lê demekê de li derve qerebalixek xelkê alayên welatî dihejandin.

Telefizyona dewletî ya Sûrî dazanîn ku armanca wan du teqîna bi otombîlên bombe kirî, du bingehên ewlekariya welatî bû, yak u têde nêzîk 150 kes jî birîndar bûn.

Ajansa dengûbasên SANA al-Qaide bi encamdana wan êrîşan tometbar kir, lê opozisyona Sûrî dibêjit dûr nine hikûmeta serokê Sûrî Beşar al-Esesd berpisyarê wan teqînan be.

Hejî gotinê ye ku roja Eynî Rusiya piştî hinek guherînan bernivîsa birayrekê li ser Sûriyê teslîmî Civata Tenahiya Neteweyên Yêkgirtî kir

XS
SM
MD
LG