Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nîgeranî li Ser Girtinên Akademîk Bilind Dibin


Li Tirkîyê Nîgeranî li Ser Girtinên Akademîk Bilind Dibin

Nîgeranî li Tirkîyê li ser azadîya akademîk bilind dibin, piştî vê dawîyê profesora Zanîngeha Bogazîçî li Stenbolê, Xanim Buşra Ersanlî hate girtin.

Di nav raportekê de ku peyamhinêrê Dengê Amerîk Dorian Jones ji Stenbolê hinartîye dibêje, Xanim Buşra şewirdara Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bû. Ew bi qanûna dijî terorê û bi tometa piştîvanîyê jibo PKK hatîye girtin.

Di nav vê raportê de her wusa ji Richard Howitt, endamekî komîteya Parlemana Ewrupa li ser Tirkîyê hatîye veguhastin dibêje: Tometnameyek 7,500 rûpelî heye lê bahsa ti çekan yan bûyerên tundî û tûjîyê nake. Dîyar e ew dadgehkirinên siyasî bin ku li dijî bizavkarên Kurd birêve diçe.

Zêrevan dibêjin ne dûr e ku ev tepeserîya berdewam pitir jibo bêdengkirina rexnegiran be, heta şerê li dijî terorîzmê.

Jibo guhdarî kirina vê raportê bi temamî, kerema xwe li ser fayla dengî klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG