Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yunanistanê Hewilên Damezrandina Hikûmeta Nû Didomin


Rêberên Partîya Sosyalîst a Yunanî û Partîya Parêzkar îro Înîyê li Atînayê kom bûn ku hikûmeteke koalîsyonî ava bikin.

Rêberê Sosyalîst Evangelos Venizelos û rêberê Partîya ParêzkarAntionis Samaras dibêjin, ew baş dizanin ku têkçûna hevdîtinan wê endamtîya Yunanîstanê ya Yekîtîya Ewropayê bavêje xeterê.

Piştî hevdîtinê, Samaras ji endamên partîya xwe re got, em tekoşîn dikin ku hikûmetek pêk damezrînin û hîn hêvî heye ku ew yek pêk were.

Rêberê Sosyalîst Evangelos Venizelos jî roja Pêncşemê gotibû ku gavên erênî hatine avêtin ku hikûmeta yekgirtinê ava b e, piştî ku Çepa Radîkal û Partîya Demokrasîya Nû ya parêzkar hewilên xwe de ser neketîbûn ku hikûmetek pêk bînin.

Partîya PASOK ya Evangelos Venizelos di hilbijartinên Yekşemê de di rêza sisêyan de cîh girtibû. Wî got, em bi Partîya Çepa Demokratîk hevdîtinan dikin ku piştgirîya wan wergirin da ku jimareya pêdivî destve bînin ku hikûmeta nû damezrînin.

Eger partîyên sîyasî negehejin rêkeftinekê, hîngê divê Serok Carolos Papoulias bang li hemî partîyan bike û ji wan bixwaze ku hikûmeteke tengavîyê (awarte) damezrînin.

Eger hikûmeteke tengavîyê jî biser nekeve, divê 17’ê Gulanê de hilbijartinên nû werine kirin.

XS
SM
MD
LG