Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dora Kongresa Amerîkî jiber Gefa Bombeyî Rewşa Awarte Heye


Karbidestên Amerîkî ragihand ku polîsên li paytext Washington DC lêpirsîna bûyereke li dora avahîya Pirtukxaneya Kongresê dikin.

Karbidestên polîsên Kongresa Amerîkî dibêjin ku ew li ser trombîleke gumankirî ya dervayê avahîyê pirtukxaneyê lêpirsînê dikin û ew bang li gel dikin ku nêzîkî wê derê nebin.

Polîs herwiha ji karmendên Kongresê dixwaze ku têkevin nav ode û ofîsan û derîyan dadin û ji şibakeyan dûr bisekinin.

“Em guman dikin ku zilamê li hindurê wê trembelê îdia kiriye ku di destê wî de bombe heye, lê ewm bi zelalî nizanin gotinên wî rast in yan ne,” karbidestekî ewlekarîyê got.

Berdevka Rêvebirîya Polîsên Metropol ya Washingtonê Alaina Gertz ji got ku ew jiber bûyera gefa hebûna bombeyê di hişyarîyê de ne.

XS
SM
MD
LG