Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûnên Nû li Terablusê


Serhildayên Lîbî li Terablusê.
Serhildayên Lîbî li Terablusê.

Şer û pevçûnên nû li Terablusa paytexta Lîbyayê dest pê kir.

Pevçûnên tund roja Sêşembî li nêzîkî avahîya Bab El Ezîziye ya rêberê Lîbî Muamer Qezafî hat ragihandin li demê ku teqînan Terablus hejand, herçende serhildayî dibêjin ku ew piraniya wî bajêrî kontrol dikin.

Hevdem, kurê rêberê Lîbî, Seyf El Îslam xwe nîşa peyamnêran da li pêş hotêla Rixos li Terablusê û got ku kontrol hêşta di destê hikûmeta babê wî ye. Rêberên Opozisyonê ragihandibû ku wan Seyf El Îslam girtiye.

Li gor jêderên opozisyonê kurekê dî yê Qezafî, Muhemed, ji zîndanê revî.

XS
SM
MD
LG