Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyon ji Cezayirê Dixwaze ku Malbata Qezafî Vegerîne Lîbyayê


Keça Qezafî, Ayşe.
Keça Qezafî, Ayşe.

Rêberên serhildayên Lîbî daxwazê ji karbidestên Cezayirê dikin ku hevjîna Muamer Qezafî û sê zarokên wî teslîmê wan bikin, piştî jimareka endamên malbata rêberê Lîbî çûne Cezayirê.

Wezareta Derve ya Cezayirê roja Duşembî ragihand ku hevjîna Qezafî Safîye, keça wî Ayşe û kurên wî, Muhemed û Hannîbal bi otombîlê derbazî sînorê Cezayirê bûn.

Serhildayên Lîbî Cezayirê bi piştevanîkirina rejîma Qezafî xetabar dikin.

Li welatên cîranên Lîbyayê, bitenê Cezayir bi fermî pênasînê bi Civata Niştîmanî ya Întîqalî ya Lîbyayê nake.

XS
SM
MD
LG