Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê “Êrişa Dawî” li Sirtê Destpêkir


Hêzên hikûmeta demkî ya Lîbyayê.
Hêzên hikûmeta demkî ya Lîbyayê.

Çekdarên hikûmeta demkî ya Lîbyayê “êrişa dawî’ ya xwe li dijî bajêrê Sirtê destpêkir, li gor gotina wan, ku hêşta li bin kontrola piştevanên rêberê berê Muamer Qezafî ye.

Hêzên Civata Niştîmanî ya Întîqalî deverên nû li nêzîkî bajêrê Sirtê kontrol kirin, ji wan gundê Qesir Abu Hadî, ku Qezafî li sala 1942ê li wî gundî li dayik bû.

Di şer û pevçûnan de çar piştevanên Qezafî hatin kuştin û 39 kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG