Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qezafî li Cihekê Nepenî Hate Binaxkirin


Qezafî li Cihekê Nepenî Hate Binaxkirin

Karbidestên Lîbî dibêjin ku termê rêberê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî li cihekê nepenî hate binxaxkirin.

Karbidest dibêjin ku termên Qezafî, kurê wî Mutesem û wezîrê berê yê berevanî Abu Bekir Yunis roja Sêşembî bi hev re hatine binaxkirin.

Hevdem, komela Çavdêriya Mafên Mirovan ji karbidestên nû yên Lîbyayê xwest ku lêkolînan bikin li ser îhtîmala kuştina bi komela piştevanên Qezafî li bajêrê Sêrtê.

Çavdêriya Mafên Mirovan radigihîne ku wê komelê termên 53 kesan vedîtin li deverekê ku li bin kontrola çekdarên Civata Niştîmanî ya Întîqalî bû.

XS
SM
MD
LG