Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên NATO’yê li Lîbyayê bi Dawî Dihên


Balafireka NATO'yê.

Operasyonên NATO’yê roja Duşembî li Lîbyayê bi dawî dihên, heft mehan piştî hevpeymaniyê operasyonên xwe li wî welatî destpêkir bo parastina xelkê sivîl li gorî biryareka Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî.

Rêberên demkî yên Lîbyayê ji NATO’yê xwestibû ku heta dawîya vê salê berdewamî bi operasyonên xwe bide.

Hevdem, serokwezîrê demkî yê Lîbyayê Mehmûd Cibrîl pênasîn kir ku çekên kîmyayî li wî welatî hatîne vedîtin. Cibrîl tu pêzanîn nedan li ser cihê wan çekan, lê belê got ku nûnerên rêkxistiyên navneteweyî vê heftiyê diçine Lîbyayê da ku serederî ligel vê pirsê bikin.

XS
SM
MD
LG