Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûn li Navbera Çekdarên Hevrik li Lîbyayê Berdewam in


Şer û Pevçûn li Navbera Çekdarên Hevrik li Lîbyayê Berdewam in

Bo roja çaremîn, şer û pevçûn li navbera komelên çekdarên hevrik li paytexta Lîbyayê berdewam in.

Di wan pevçûnan de, herî kêm 13 kes hatîne kuştin. Alozî û perîşanî li Lîbyayê zêde dibin hemberî şiyanên desthilatdarên demkî yên wî welatî bo bêçek kirina bi hezaran çekdaran û cîgîrkirina rola qanûnê.

Rêberê demkî yê Lîbî, Mustefa Abdul Celîl roja Yekşemê got ku “ez dixwazim gelê Lîbî piştrast bikim ku her tişt di bin kontrolê de ye.” Lê belê li gor ajansa Associated Press, li demê gotara birêz Abdul Celîl, şer û pevçûn berdewam bûn.

XS
SM
MD
LG