Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbyayê Dîsa Şer


Li Lîbyayê Dîsa Şer
Li Lîbyayê Dîsa Şer

Karbidestên Lîbyayê dibêjin ku li nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Terablusê şer li navbera leşkerên artêşê û endamên komeleka çekdarî çêbû ku balafirgehê kontrol dikin.

Endamên komela çekdarî ya Zinton teqe li konvoya yek ji rêberên artêşê kirin dema ber bi balafirgehê diçû.

Peyvdarê artêşê Abdul Raziq El Şîbahî roja Yekşembî çekdarên şoreşgêrên Zintan bi bizavkirin bo kuştina General Xelîfe Heftar xetabar kir.

Şibahî gote ajansa Associated Press ku çekdarên Zintan bi şaşî hizir kiribû ku artêş êrîşa wan dike.

XS
SM
MD
LG