Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Wezîrê Neftê Lîbyayê yê Berê li Vîenna Hate Vedîtin


Şûkrî Ganim

Termê wezîrê neftê lîbyayê yê berê li bajarê Vîenna hate vedîtin, li gor gotina polîsên Awistriyayê.

Peyvdarê polîsî Roman Hahslinger dibêje ku termê Şûkrî Ganim yê 69-salî roja Yekşemê li rûbarê Danube yê Vîenna hate vedîtin.

Hahslinger sedema mirina Ganim eşkere nekir û got lêkolîn berdewam in jibo zanîna sedema mirina wî.

Şûkrî Ganim li sala bihurî dest ji rejîma Muamer Qezafî berda û revîya Tûnisê û paşî çû Ewropayê. Ganim herwiha li posta Serokwezîrê Lîbyayê xizmet kiribû.

XS
SM
MD
LG