Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Duwemîn Roja Şer û Pêvçûnan de 13 Kes li Lîbyayê Hatin Kuştin


Di duwemîn roja şer û pêvçûnan de li Lîbyayê 13 kes hatin kuştin.

Li gorî karbidestekî ewlekarîyê, ev şerê li başûrê rojhilata welatî zehmetîya hikûmeta nû nîşan dide jibo kontrolkirina wî welatî.

Tundûtûjî roja Şembî li bajarê al-Kufra destpê kir, li nêzîkî sînorê navbera Çad û Sudaê. Hêzên çekdar meha Sibatê bo wê herêmê hatibûn şandin da pirsgirêka navbera eşîretên Tibu û Zway çareser bikin.

Ev tundûtûjî nîşan dide ku hikûmeta nû ya Lîbyayê hîn nikare hemû perçeyên welatî kontrol bike.

Başûrê rojhilata Lîbyayî xwedî dîrokeke dirêj e li tundûtûjîya navbera eşîretan.

XS
SM
MD
LG